H’emû nûçeSereke

Mînanî serokên welatên mayîn, usa jî serokê Ûkraînayê dikare bê Ermenîstanê: parlamêntvan derheqa seredana Zêlênskîda

Parlamêntvanê ji partîya  desthilatdar “Peymana sîvîl” Babkên Tûnyan haj ji seredana serokê Ûkraînayê Vladîmîr Zêlênskîye li Ermenîstanê tune.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Tûnyan derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.

“Çawa parlamêntvan û usa jî endamê fraksîyayê, ez derheqa wê yekêda haj pê tuneme. Ez texmîn dikim,wekî endamên fraksîyayêye mayîn jî haj pê tunene”,- Tûnyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa wê yekêda, ku gelo ew seredana Zêlênskî çawa hesab dike, Tûnyan gotîye,wekî ew derheqa wê yekêda nefikirîye.

Parlamêntvan ji qîmetkirinên derheqa seredanêda ku ew xirabe, yan başe, dûr ma. “ Serokê Ûkraînayê, serokê welatekîye. Ew jî mînanî serokên welatên mayîn, heger qedexe tune, dikare  Ermenîstanê biqeside”,- ewî gotîye.

Bi axaftina derheqa wê pirsêda, ku gelo heger seredana wî cûreyî hebe, ew yek dijî rûsaye yan na, Tûnyan gotîye wekî nava hemû tiştîda jî meriv dikare rengê dijî rûsa bibînin, heger wê yekê digerin.

Elametîya fermî, ya derheqa wê seredanêda tune û parlamêntvan ew yek şirove nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button