Serokê parlamêntê wextê hevdîtina tevî hevkarên alman pirsa derheqa paşdavegerandina dîlên ku li Adirbêcan tên xweykirinê, bilind kirîye
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dêlêgasîya seroka komîsîya Bûndêstaga Almanîyayê, ya pirsên hiqûqî Êlîzabêt Vînkêlmayêr Bêkêr qebûl kirîye.
Bi silavkirina mêvana, serokê parlamênta Ermenîstanê pêşkeftina pêwandîyên dostîyêye tevî Almanîyayê bilind qîmet kirîye û seredanên di navbera parlamêntada girîng hesab kirîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Alên Sîmonyan bona piştgirîya bo werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê razalixî elamî hevkarên alman kirîye û pêra jî emekê Olaf Şolsê kanslêr, yê nava pêvajoya îzbatbûna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, girîng hesab kirîye.
“Em qîmetîyên dêmokratîke li Ermenîstanê îzbatbûyî qîmet dikin û em amadene piştgirîyê bidine pêşkeftina înstîtûtên dêmokratîyayêye li Ermenîstanê û usa jî îzbatbûna aşîtîya li herêmê”,-Êlîzabêt Vînkêlmayêr Bêykêrê gotîye.
Alên Sîmonyan pirsa derheqa encamên sîyaseta Adirbêcanêye dagirkir raber kirîye û usa jî pirsa derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîye li wir, bilind kirîye.
Wextê hevdîtinê usa jî fikirên dora pêwandîyên Ermenîstanê û Almanîyayêye di navbera parlamêntada, hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, îzbatbûna ewlehkarîya li Qafqasîya Başûr û cêrge pirsên mayîn hatine pevguhartinê.