H’emû nûçeSereke

“Em piştgirîya hevkarîya nava goveka parastinêda dikin”: serokwezîrê Yûnanistanê

“Em di warê parastinêda jî piştgirîyê didine hevkarîyê û me kanûna sala 2023 a peymaneke taybet mor kirîye”,- derheqa wê yekêda serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîsotakîs, piştî hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê, gotîye.

“Em tevî serokwezîr gotûbêj dikin ka em çawa dikarin pêwandîyên xwe yên bazirganî û aborî hîn xurtir bikin. Me li ser pêşdaçûyînên li herêma xwe jî gotubêj kirin û me da zanîn ku nêzîkbûnên me yekin û herdu welat jî bi awayekî eşkere dijî xebitandina qewatê yan jî bikaranîna zordarîyêne. Em hertim li alîyê hiqûqa navneteweyî ne”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button