H’emû nûçeSereke
Ji bo ku qezîya şêr nemîne me her tişt kirîye û dikin: serokê parlamêntê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan naxwaze pêşbînîya îhtîmala şêr bi Adirbêcanêra bike û destnîşan kirîye ku hukumeta Ermenîstanê ji bo pêşîgirtina li qezîya wiha her tişt kirîye û dike.
Li gorî ragîhandina “Armênpress”-ê, Sîmonyan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan li parlamêntê derbarê wê yekêda xeber daye.
Serokê parlamêntê gotîye: “Ji bo ku metirsî nemîne her tişt ji alîyê meda hatîye kirin û tê kirin”.
Li ser axaftinên Elîyêv jî Sîmonyan dîyar kirîye ku hemû tişt gerekê dualîbe û dewkirin ne axaftineke raste.







