H’emû nûçeSereke
Li Yêrêvanê ji bo cangorîyên komkujîya ermenîyan ya li Adirbêcanê çalakîya bîranînê tê lidarxistin

Îro seheta 12:30, ji bo cangorîyên komkujîya ermenîyan ya li Adirbêcanê, li nêzîkî kevirxaçên li Sîsêrnakabêrdê çalakîya bîranînê tê lidarxistin.
Merivên ku li Sûmgaîtê, Bakûyê, Kîrovabadê, zêdeyî li 320 wargeha û Qerebaxê ev barbarî dîtine beşdarî vê çalakîyê dibin, komkujîya ku bê ceza maye û heta roja îroyîn jî berdewam dibe.
“Em bangî wan hemûya dikin, yên ku li himberî pêşeroja gelê ermenî xemsar namînin û amadene bigihîjine cezakirina teşkîldar û sûcdarên komkujîyê, sûcdarên navneteweyî û amadane tevî me qedirê bîranîna cangorîyên bêguneh bigrin”,- di peyama teşkîldarên çalakîyêda hatîye gotinê.







