H’emû nûçeSereke

Bi qewatê û bi şêr pirsa hel nakin, gerekê bisekinin: serokkomarê Ermenîstanê derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên tevî Adirbêcanê

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdaye û daye dîyarkirinê wekî hemû pirs gerekê bi rîya hevraxeberdana bêne helkirinê. “Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda serokkormarê Ermenîstanê li Bexdayê, wextê hevdîtina tevî xwendikarên zankoyê gotîye û bersiva wê pirsê daye ku ew bi xwe pêrspêktîva normalbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê çawa qîmet dike.

“Prînsîpeke girîng heye, wekî gerekê tevî cînara nava aşîtîyêda bijîn. Niha nava encamê pêvajoyêda halekî mayîne. Ew yek nikare berdewambe, gerekê bisekinin. Em niha pêşnîyar dikin bisekinin û bi hevra xeberdin.Diqewime pêşda gerekê bi amadebûna navçîgara wê yekê bikin. Serhatîke gelekî girane, bi deha hezara kuştî û birîndar hene, bi hezara meriv jî ji herdu alîya bê ser-berate unda bûne.Em li ser wê fikirêne ku heger xwestin hebe, hemû pirs jî dikarin bêne helkirinê. Em niha li ser wê rêyêne”,- serokkomar gotîye û daye dîyarkirinê,wekî du hevtê pêşda serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê li Myûnxênê rastî hevdu hatine.

“Eve ew rê: bi qewatê û bi şêr pirsa hel nakin.Em vê yekê fem dikin û ez hêvîdarim wekî li Adirbêcanê jî fem dikin. Projeya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” ji alîyê meda hatîye pêşnîyarkirinê û ew proje hema nava wê fikirdarîyêdane”,- serokkomarê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button