H’emû nûçeSereke

Ji salekê zêdetire ku Ermenîstan beşdarî xebatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nabe: Xandanyan

Ji salekê zêdetire ku Ermenîstan beşdarî xebatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nabe, pêwandîyên tevî organîzeyê bi rastî hatine qerimandinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê komîsîya pêwandîyên der, ya parlamênta Ermenîstanê, Sargîs Xandanyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku elametîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr çi dide kifşê, yê ku gotibû,wekî Ermenîstanê beşdarbûna xweye nava organîzeyêda daye qerimandinê.

“Nava pêwandîyên Ermenîstanê û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda pêşdaçûyîn tune. Ji salekê zêdetire ku Ermenîstan beşdarî xebatên organîzeyê nabe. Bi hesabhildana gotinên meye derheqa bêkarîya organîzeyêda didine kifşê,wekî niha pêwandîyên tevî organîzeyê bi rastî hatine qerimandinê”,-Xandanyan gotîye.

Bi gotina wî, wedeyê paşê bide kifşê, ku gavên çawa wê bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button