H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan hesab dike wekî ew yek jî dikare  hebe ku şerê sala 2020 î bi pevketina Rûsîyayê û Adirbêcanê destpê bûye

Bi zimanê cimetê gotî, Ermenîstan ji Tirkîyayê û Adirbêcanê qewatir nîne. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

“Em nikarin ber xwe bidin, bi taybetî dema ku tifaqdara me gerekê me biparasta, lê ewê em neparastine. Ez bawarim wekî şuxulkarîke tevayî ya di navbera wanda zûva heye.

Ez li ser wê fikirême wekî şerê Ûkraînayê hema bi şerê Qerebaxêva destpê bûye. Li vir gerekê rêyeke başqe bihata stendinê, bona ku ji sanksîya dûr bimana, lê niha jî hemû tişt tê kirinê, mesele, gaza rûsî bi destî Adirbêcanê Avropa dikire.Ew yek li ber çevaye, ez li ber xwe dernaxim”,- ewî gotîye.

Alên Sîmonyan gotîye,wekî diqewime şerê sala 2020 î bi pevketina Adirbêcanê û Rûsîyayê qewimîye: “Ez dibêjim ew yek dikare hebe, wekî pevketin hebûye, çimkî wextê hemû tiştî didî ber hev, ew hemû tişt hevva girêdayîne.Ez dikarim bêjim,wekî ji Sûrîyayê jî destpê bûye, pevçûyîna rûsa-tirka, li Sûrîyayê, dema ku teyarê xistin, lê paşê ew cîguhastî herêma me bû. Wî çaxî cêribandin hate kirinê,wekî li vê herêmê qewînbûnê çareserkin, şirîtê bivêjine stukura herdu welata, Ermenîstanê û Adirbêcanê. Feqet ew plan hatine teribandinê.Tirkîya kete herêmê. Ez dibêjim,wekî diqewime di navbera Adirbêcanê û Rûsîyayêda jî pevketin hebûye”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button