Hevraxeberdanên dora pirsên vekirî mayî wê berdewambin: Mîrzoyan û Bayramov li Bêrlînê bi hevra qayîl bûne
Li Bêrlînê hevraxeberdan berdewam bûne û 29 ê sibatê ser hevda hatine.Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine,wekî wezîra û dêlêgasîyayên tevî wan nêrînên gorî projeya qayîlnivîsara derheqa aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û îzbatbûna pêwandîyên di navbera herdu welatada, gotûbêj kirine. Çawa me pêşda da dîyarkirinê, gotûbêjkirinên dora pirsên vekirî mayî wê berdewambin. Xêncî vê înformasîyayê, îdî tu tişt bi hûrgilî nehatîye ragîhandinê.Gotûbêjkirinên ermenîya-azêrîyaye dora peymana aşîtîyê piştî navbirîya heyşt meha destpê bûne.
Piştî hevdîtina sêalî, beşdarî kîjanê bûye usa jî wezîra Almanîyayêye karên der, elametîke kurt hatîye belavkirinê, ya ku wezîra Almanîyayê belav kirîye, bi kîjanê hatîye gotinê,wekî mecala îzbatbûna aşîtîya li herêmê heye.
“Ez bona wê mêrxasîyê hukumatên we silav dikim, wekî hûn bona gihîştina wê armancê vê yekê didine kifşê. Hevraxeberdanên li Bêrlînê gerekê bibine berdewama gotûbêjkirinên li Myûnxênê destpêkirî. Almanîya cedandina dide xebatê bona ku pirsên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda helnekirî bi rêya edil bêne helkirinê. Ew yek girîge ku hevraxeberdanên edil zû ser hevda bên”,-wezîra Almanîyayêye karên der gotîye.
Feqet, hêvîyên pisporaye mezin ji hevraxeberdanên li Bêrlînê tunene. Karên Îgîtyanê Qafqazan gefxwerinên Elîyêve belavkirî bîr tîne. Ew dibêje,wekî gefxwerinên Adirbêcanê karta Adirbêcanêye lîstikêye tek-tenêye. Bi gotina wî, eve menî wekî Bekû dixweze ku hevraxeberdan tenê yên dualîbin, ku alîyê sêem navda tunebe.
“Alîyê sêem dikare bêje, ku hûn nava qewilên newehevda xeber didin û mafê xebitandina qewatê tune.Em dibînin wekî ew yek tune. Dêmek, ew prose ya neqanûnîye, çimkî her dokûmênteke ku bin gefxwerinada tê qebûlkirinê, ew ya neqanûnîye”,- Îgîtyan gotîye.