Parlamêntoya Avropayê bang li serokatîyên Adirbêcanê dike ku di bin garantîyên bihêz de rê bidin ku gelê ermenî bi ewle vegerin Qerebaxê
Parlamêntoya Avropayê 2 raporên li ser sîyaseta derve û sîyaseta ewlekarî û berevanîyê ya Yekîtîya Avropayê qebûl kir, ku tê de bi tundî êrîşa ji berê plankirî û nerewa ya Adirbêcanê li dijî ermenîyên Qerebaxê şermezar dike û bang li rayedarên Adirbêcanê dike ku rê bidin vegerandina bi ewle, nifûsa ermenî di bin garantîyên xurt de derbazî Qerebaxa Çîyabin.
Peyamnêrê “Armenpress”ê li Bryûsêlê ragîhand ku raporta salane ya sîyaseta derve û ewlehîyê tekezî li ser giringîya parastina mîrateyên çandî, dîrokî û olî yên Ermenîstanê dike û daxwaza parastina wan li gorî pîvanên UNESCO û erkên navneteweyî yên Adirbêcanê dike.
Parlamêntêra raporê de bal kişandin ku Bekûyê mafên navneteweyî û mirovan binpê kirîye, xemgînîya xwe anîn ziman ku di heman demê de erkên ku di danûstandinên bi navbeynkarîya Yektîya Avropayê û agirbesta sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 a de hatine kirin, binpê kirîye.
Di raporê de hat gotin: “Dîyaloga rasteqîne di navbera Adirbêcan û Ermenîstanê de yekane rêya domdar e û ji Yektîya Avropayê û welatên endamên wê tê xwestin ku piştgiriyê bidin van hewldanan”, di raporê de hate gotin, û tekez kir ku aştîyek herêmî ya bi rûmet û domdar ku serwerîya herdu welatan, serxwebûnê diparêze û yekparçebûna axê şertê îstiqrarê ye.
Rapor hişyarî dide ku her hewldanek ji bo bidestxistina armancan bi bikaranîna hêzê û binpêkirina yekparçeyîya axa welatên cînar, divê ji hêla Yektîya Avrorpayê û civaka navneteweyî ve rastî bersivek bi biryar bê. Bang li mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avrorpayê li Ermenîstanê dike ku ji nêz ve rewşa ewlekarî ya li ser erdê bişopîne, raporek şefaf pêşkêşî parlementoyê bike û bi awayekî aktîv beşdarî hewildanên çareserkirina nakokiyan bibe, bi rîya fona aştîyê ya avropî piştgirî bide Ermenîstanê, bi taybetî bihêzkirina şîyanên berevanîyê li hember metirsîyên hevbendî, ji bo bihêzkirina ewlekarîya xwe li derveyî sînorên Rêxistina Peymana Ewlekariya Komî ji bo berfirehkirina deverê.
Rapora pejirandî piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Ermenîstanê ya bi rêyên dêmokratîk hilbijartî û rêzgirtina tam ji serwerî, dêmokrasî û yekparebûna axa welêt re dupat dike û daxuyanîya serokwezîr Nîkol Paşînyan ya ku gotibû Ermenîstan bi Adirbêcanê re dê nekeve nav şerekî nû û bangên wî yên vê dawîyê dinirxîne. Ji bo ji nû ve danûstandinên aştîyê bi Adirbêcanê re di asta herî bilind de dest pê bikin. Di raporê de pesendkirina Ermenîstanê ya destûra Romayê ya dadgeha cezayê ya navneteweyî jî tê qebûlkirin.
Li gorî ku nûçegîhanê “Armênprêss”ê ji Bryûsêlê ragihand, di raporê de tê xwestin ku amade bin ji bo sepandina mûeyîdeyên armanckirî û takekesî li dijî berpirsên destdirêjîyê, lê ne tenê li derdora sîyasî û leşkerî ya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ji bo rawestandina hinartina pêtrol û gazê ji Adirbêcanê li egera her êrîşeke serbazî. Parlamenterên avropî bi rapora ku hatîye qebûlkirin, bang li Yektîya Avrorpayê dikin ku demildest cezayên li dijî Adirbêcanê sepandine û peymana lihevkirinê ya li ser hevkarîya stratejîk ya di sêktora enerjiyê de rawestîne. Di heman demê de ew mafê Adirbêcanê ji bo mazûvanîya COP29 di sala 2024 a de pirs dikin, di heman demê de ku welat plan dike ku di deh salên pêş de hilberîna xweya sotemenîya fosîlê bi sêyemîn zêde bike.
Raporên kö hatine qebûlkirin ne tenê tê xwestin ku erka mîsyona sivîl bê xurtkirin û dirêjkirin, lê her wiha li ser sînorê bi Tirkîyayê re çavdêr jî bên bicihkirin. Tê xwestin ku amade be ku bi rîya tesîsa aştîyê ya avropî alîkarîya têknîkî ya pêwîst ji Ermenîstanê re peyda bike da ku Ermenîstan hevbendîyên xwe yên leşkerî yên heyî binirxîne, ji ber ku ev yek dê di çarçoweya dabînkirina ewlehî, serxwebûn û serwerîyê de berxwedana Ermenîstanê bihêz bike.