H’emû nûçeSereke

Piştî sala 2020 î pêwîst bû ku sînorxweykirên Rûsîyayê li Syûnîkê bihatana cîhwarkirinê: Armên Xaçatryan

Piştî şerê sala 2020 î beşeke leşkerên rûs li qeza Syûnîkê cîhwar bûye, bona ku pirsên ewlehkarîyê helkin.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya parastinê û ewlehkarîyê Armên Xaçatryan gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya Nîkol Paşînyanda xeberdaye, yê ku gotibû ku li  gundê Nêrkîn Handê sînorxweykirên rûs bêyî mandat li wirin û peymana wê yekê tune.

“Diqewime we bîr kirîye wekî sala 2020 î şerê 44 roje hebûye û piştî wê yekê aşîtîparêz ketine axa Arsaxê û piştî wê yekê hinek leşkerên rûs li qeza Syûnîkê cîhwar bûne, bona ku pirsên ewlehkarîyê helkin. Niha lêpirsîn tê mîyaserkirinê, bona ku bersiva pirsa bê dayînê, ku mandata çi cûreyî heye”,-Xaçatryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku tu hîmekî hiqûqî tunebûye ku leşkerên rûs li wir cîhwar bûne, Xaçatryan gotîye: “Ew leşker gorî halê sala 2021 ê, bona helkirina pirsên ewlehkarîyê, li wir cîhwar bûne”,- Xaçatryan gotîye û serda zêde kirîye wekî lêpirsîn wê bibe û bersivê bê stendinê.

Bi gotina wî, lêpirsînê  wezîreta parastinê, qulixdarîya ewlehkarîyê û wezîreta karên der bi hevra mîyaser dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button