Serdana serokkomarê Ermenîstanê ya dîrokî ye: serokê Kurdistana Îraqêye rûmet
Serokê komarê Vahagin Xaçatûryan di çarçoveya serdana xwe ya fermî li Hewlêra paytexta Kurdistana Îraqê bi serokê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî.
Ji ofîsa serokkomarîyê ji News.amê re ragihand ku bi xêrhatina serdana seroke li Komara Îraqê, serokê Kurdistana Îraqê, ev serdan bi dîrokî nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku ev serdan dê bibe handaneke erênî bo bihêztirkirina dostanî û geşepêdana herdu alîyan, têkilîyên di navbera herdu welat û gelan de.
Serok Vahagin Xaçatûryan spasîya xwe ji bo pêşwazîkirina germ nîşan da û bal kişand ser girîngîya têkilîyên pirqatî yên dîrokî û çandî yên di navbera gelan de, ku ji bo kûrkirina hevkarîyên berdewam bingehek saxlem e.
Di hevdîtinê de amaje bi îmkanên pêşvebirina gavan ji bo pêşxistina peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Kurdistana Îraqê de hat kirin.
Hevdîtinan li ser çend pirsgirêkên navçeyî û cîhanî û awayên çareserkirina wan pirs û pirsîyarên heyî kirin. Her di vê çarçoveyê de herdu alî tekez li ser pêwîstîya çareserkirina kêşeyan bi tenê bi rêyên aştîyane, danûstandinan û li gor yasa û prînsîbên bingehîn yên navnetewî kirin.