H’emû nûçeSereke

Tifaqdara me alî me nake: wedê me bona sekinandinê tune: em dicêribînin ji hemû cîha sîliha bikirin: Alên Sîmonyan

Ji deha zêdetir bûyara zelal bû,wekî tifaqdara me alî me nake. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.

“Ne jî dibêjin ku alî nakin, bila hema bêjin emê alî we nekin. Ew dibêjin, baş, emê lê binihêrin û  bifikirin. Feqet welatê me, merivên me bêsînor nînin û rêsûrsên me jî ewqas tunene ku em kîsî zarokên xwe, kîsî sînorên welatê xwe hîvîyê bisekinin ku tifaqdara me kengê alî me bike. Paşê dibêjin ku we çi kir, bo wê yekê jî em alî we nakin. Gelo berjewandî û borcdarîyên wane tifaqdarîyê li kîderêne?”,- ewî gotîye.

“Bona me  zelale, wekî sîstêma ewlehkarîyê naşuxule. Gelo gerekê çi bibe, ku em fem bikin ku ev sîstêma ewlehkarîyê naşuxule. Me dît ku li Arsaxê çi bû, me ew yek usa jî li Xisabêrdê, Hîn Taxêrê, gola Reş, Cêrmûkê çi bû. Me korîdora Laçînê jî dît. Çiqas mînaka ez bînim ber çeva?”,- Alên Sîmonyan gotîye.

Bi gotina wî rêke başqe bi fikira Ermenîstanê ewe ku hemû mecala bidine xebatê.Gerekê bê cêribandinê jî ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv cûrekî bidine saxkirinê.

“Niha em dicêribînin ji hemû cîya sîliha bikirin, ku welatê xwe biparêzin.Heger ev  yek sîstêma pirsgirêka bona sîstêmeke ewlehkarîyê çê dike, ew problêma wane, lê li ber çevaye ku ew borcdarîyê xwe naqedînin. Emê wî alîda pêşda herin, li kîderê bo me wê ewlehkarî çareserbe.Em difikirin,wekî ewlehkarîya me bûyîna welatê dêmokratîke, xebata tevî sîstêma dêmokratîke”,- serokê parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button