H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der qayîl bûne ku hevraxeberdana berdewam bikin

28-29 ê sibatê li paytexta Almanîyayê Bêrlînê hevraxeberdanên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov, pêk hatine.Wezîra û dêlêgasîyayên tevî wan, nêrînên gorî projeya qayîlnivîsara derheqa aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û îzbatbûna pêwandîyên di navbera herdu welatada gotûbêj kirine.Herdu alîya jî qayîlîya xwe dane dîyarkirinê ku dora pirsên vekirî hevraxeberdana berdewam bikin.

Wextê seredanê, wezîr rastî wezîra Almanîyayêye karên der Analêna Bêrbokê hatine, lê xêncî wê  yekê usa jî bi formata sêalî hevdîtin hebûye.

Mîrzoyanê wezîr spasîya xwe elamî Almanîyayê kirîye bona bi mêvandarî qebûlkirina hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button