H’emû nûçeSereke

Ji 2,6 mîlyard  yûroyê ku ji bo Ermenîstanê hatîye plankirin 550 mîlyon îdî hatîye veqetandin: balyozê Yekîtîya Avropayê

Endamên lijneya daîmî ya întêgrasîyona Avropayê ya miclîsa neteweyî bi serokê dêlêgasyona Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos re hevdîtin kirin.

Cîgira seroka miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Hêxînê Xaçîkyan û cîgira seroka daîreya hevkarîyê ya nûnertîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê Sîlya Kasman jî beşdarî civîna ku di 29 ê sibatê hat lidarxistin de bûn.

Navenda ragîhandin û çapemenîyê ya Ermenîstanê ji  News.am ê re ragihand ku Vasîlîs Maragos bernameyên ku li Ermenîstanê bi piştgirîya Yekîtîya Avropayê tên kirin û pêşketinên wan raber kir. Sefîr bi kêfxweşî dîyar kir ku ji pakêta piştgirîyê ya 2,6 milyard yûroyî ya ku di çarçoveya bernameya aborî û veberhênanê ya Yekîtîya Avropayê da ji bo Ermenîstanê hatîye plankirin, 550 mîlyon ji berê ve hatîye veqetandin. Li gel vê jî rêformên ku bi bernameyên desteka byûcêtîyê tên kirin jî dewam dikin.

Li gorî Vasîlîs Maragos, Yekîtîya  Avropayê jî hewl dide projeyên bi vî rengî pêk bîne ku dê di warê îstîhdamê de li Ermenîstanê bibe sedema efirandina derfet û nirxa zêde.

Parlamêntarên Ermenîstanê hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya  Avropayê nirxand, bal kişandin ser bandorkerîya bernameyên ku li welatê me bi piştgirîya Yekîtîya  Avropayê têne meşandin.

Di civînê de, behsa pêşanîyên nû yên hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya ku niha di pêşdeçûnê de ne, hate kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button