H’emû nûçeSereke

Ji Rûsîyayê gotine ku sîliha nadin bona ku tabîya Ermenîstanê sert nebe: sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê

Ji sala 2021 ê da destpêkirî me cêribandîye ji Rûsîyayê sîliha bikirin, me peyman mor kirine, projeya werguhastinên  artêşê tevî Rûsîyayê amade kirîye bona ku tevayî wan werguhastina mîyaserkin, lê dewsa wê yekê mehên gulanê, mijdarê êrîş hatine  ser Ermenîstanê û Rûsîyayê sîlihên pêwîste ku me kirîbûn nedane û me destpê kirîye hevkarên nû bigerin. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê, Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, gotîye.

“Sala 2020 î temamîya hevkarîya Ermenîstanêye leşkerî-têknîkî tevî Rûsîyayê bûye. Sala 2021 ê hetanî roja îroyîn peymanên çend mîlyard dolarî tevî welatên cuda-cuda hatine morkirinê, lê nava wanda tevî Rûsîyayê ew ji deh selefî hindiktire. Gelek cara dibêjin wekî şerê tevî Ûkraînayê menîye û bo wê yekê nikarin sîliha bidin, lê ew peymanan destpêka sala 2021 ê hatine morkirinê. Ji salekê zêdetir sîlih nehatine dayînê û paşê jî piştî wê yekê. Eve hal û em mecbûr bûne hevkarên nû bigerin.Ji wan hevkarane Hindistan, van axirîya Fransîya, welatên avropîye cuda-cuda û usa jî tevî welatên başqe me xebat destpê kirîye”,- Grîgoryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku berî şerê Ûkraînayê sîlih bo çi nehatine dayînê, Armên Grîgoryan gotîye: “Ji Rûsîyayê fikir hatîye bihîstinê, ku eger sîliha bidin, wî çaxî tabîyên Ermenstanê wê sertbin û bo wê yekê jî ew nadin”.

“Şaşîya meye stratêjî ew bûye,wekî em ji sala 1991 ê da bi hemû alîyava Rûsîyayêva girêdayî bûne û Rûsîyayê birîyar kirîye alî Ermenîstanê neke, bo wê yekê jî sîstêma ewlehkarîyê hilbeşîyaye. Ermenîstanê jî destpê kirîye rêyên başqe bigere”,- Grîgroyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button