SerekeSîyasî

Vê qonaxê de, kûrkirina hevkarîyê bi welatên ereb re rêgezeke stratejîk ya girîng e ji bo Ermenîstanê: fikira pispora

Vê qonaxê de, kûrkirina hevkarîyên li gel welatên rojhilata navîn, bi taybetî dewletên ereb, rêgezek stratejîk ya girîng bo Ermenîstanê ye, lema di wê çarçovê de, seredana serokê Komara Ermenîstanêye li Îraqê bo  vê armancê ye.

Erebzan Sargîs Grîgoryan di gotûbêja di gel “Armênpress”ê de ev nêrîna han eşkere kir û amaje bi serdana Vahagin Xaçatûryanê serokkomarê Ermenîstanê bo Îraqê û hevdîtina di gel serokkomarê vî welatî Ebdûl Letîf Reşîd kir.

 “Îraq li Rojhilata Navîn xwedî giranîyeke gelek mezin e, lema serdanên fermî yên bi vî rengî, bêguman dê bibe alîkar ku peywendîyên herdu welatan di warên cuda de geş bibin. Pêkhateya sîyasî, bi vî awayî, girîng e, lê peywendîyên bazirganî û aborî û herwiha hevkarî di warên têknolojîya agahî û geştîyariyê de, ku berjewendîya hev tê de heye, ne kêmtir girîng in. Her du welatan di van waran de pêşketinên girîng bi dest xistine, ji ber vê yekê bi serdanên bi vî rengî, ji bo veberhênanên girîng di warên navborî de qadeke guncan tê çêkirin û bi saya vê yekê dê opozîsyonên Ermenîstan û Îraqê li Rojhilata Navîn xurt bibin”,- Grîgoryan gotîye.

Li gorî pisporê ereb, îro Îraq di navenda geşedanên gêopolîtîk yên Rojhilata Navîn de ye û nearamî dê di wî warî de berdewam be, ji ber ku Îraq bûye cihê nakokîyê di navbera amêrîkîya û Îranê de bi taybet piştî sala 2023 a.

 “Rewşa heyî ya li Îraqê nîşan dide ku xuya ye nifûs perçe bûye û di vê çarçoveyê de jîyana giştî du meylên sereke hene: alîgiriîya Amêrîkayê û alîgirê Îranê. Lê di van salên dawî de hejmara kesên ku alîgirên bêalîbûnê ne û meyla wan li ser tu polê nînin û helwesteke bêalî nîşan didin gav bi gav dibe stratejîyeke serdest jî pir zêde dibe. Ew qatê ku her tişt li ser esasê berjewendîyên Îraqê ye, welatê wan di navendê de ye, bêyî sponser, her ku diçe bihêztir dibe. Ev nêzîkatî dikare rewşê biguherîne.Îraq berî deh salan welatekî serdest li Rojhilata Navîn û cîhana erebî bû, lewra niha hewl dide nav û pêgeha xwe ya berê vegerîne. Ger ev meyl bidomin dê hevkarîya ermenîya-îraqîya jî ji vê sûdê werbigire û Ermenîstan li herêmê û li welatên erebî bêtir tê famkirin”.

Ji ber ku serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li gel serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û serokkomar Nêçîrvan Barzanî li Îraqê jî hevdîtin pêk anîbû, “Armenprêss” ê bi Vahram Pêtrosyan re jî li ser van hevdîtinan axivî û dîyar kir ku bi serokatîya Yekîtîya Fêdêral ya Îraqê û Kurdistana Îraqê ne tenê hevdîtin, her wiha kûrkirina peywendîyan her tim di navenda smyaseta me ya derve de ye

 “Bi giştî pêwendî pêş ketine û alîyê Ermenîstanê karî hevsengîyê di navbera Bexdayê û Hewlêrê de biparêze. Serdana serokkomarê Ermenîstanê bêguman bi xêr hatîye û di formata civîna serokan de tê ronî kirin. Piştî rûxandina rêjîma Seddam Huseyîn, serokên Îraqê her tim bi eslê xwe kurd bûn, ev jî bû faktorek ku hevsengîyê diparêze”,- Pêtrosyan gotîye.

Di derbarê hevdîtin û hevkarîya bi serokatîya Kurdistana Îraqê re jî, divê bê gotin ku, li gor hevpeyvîna me, ev ji bo Ermenîstanê rêgezek hêvîdar e. Di çarçoveya para dîplomasîya yekîneya fêdêral de, Nêçîrvan Barzanî kesekî pir bi hêz e, birazîyê Mesûd Barzanî ye û serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kurê serokê rêzdar e.

 “Dema ku navê serokê qedirbilind tê gotin, bi gelemperî mebesta rêberê kurdan bi giştî tê kirin, ji ber ku desthilata Mesûd Barzanî li Kurdistana Îraqê her dem nayê nîqaşkirin. Di wê çerçoveyê de hevdîtin û nîqaşên bi vî rengî yên di asta bilind de jî ji alîyê kurdan ve girîng in. Ji alîyê Ermenîstanê vekirina konsûlxaneya Ermenîstanê li Hewlêrê gaveke girîng di dema borî de bû, ku bi serê xwe dîyardeyeke mezin e ji bo Kurdistana Îraqê, ku serkirdayetîya wê peyamên cidî di derbarê peywendîyên dualî de şandine. Li wir dêra ermenîyan hat avakirin, yên heyî hatin nûjenkirin, rola civaka ermenî ya herêmê ku yekîneyeke orîjînal e, hat balkişandin. Têkilîyên aborî jî pêşve diçin. Di warê têkilîyên bazirganî û aborî yên di navbera Ermenîstanê û Kurdistana Îraqê de, potênsîyeleke mezin ya ku nayê bi cih anîn heye, ku di demek nêz de dikare bi tevahî bê bikar anîn”,-Pêtrosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button