H’emû nûçeSereke

Vekirina sîstêma gerekê li ser esasên wekhevîyê pêk bê: Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan nava çarçoveya forûma dîplomasî ya li Antalyayê beşdarî panêla “Bazirganîya navdewletî û pêwendîya navdewletî” bûye. Ev ji hêla wezîreta karên der hatîye ragîhandinê.

Mîrzoyanê wezîr axaftinek kirîye û bi taybetî wiha gotîye:

“Têgihîştina hewildanên me yên ji bo berfirehkirina girêdan, bazirganîya navneteweyî û derbazbûnê ev e ku ewê bibe sedema zêdebûna têkilîyên mirovan.

Rêya meye behrêra tune, lê ji çar cînarên me yên heyî tenê bi dudara sînorên vekirî hene. Sînorên me bi herdu cînarên dinra ev nêzîkî sê deh salin girtî ne, lê ez difikirim ku ev mijareke nîqaşêye mayîne. Ji bo vê guftûgoyê, ez difikirim ku bes e ku em behsa wê yekê bikin ku em bi herdu cînarên xwe re li ser danîna peywendîyan û vekirina sînoran danûstandinan dikin.

Weke ku min behs kir, du alîyên pirsgirêkê hene: aborî û sîyasî. Em di wê bawerîyêdanin ku zêdebûna pêwendîya bi hevra ne tenê ji alîyê aborîva bi fêde ye, lê  wek min berê jî behs kir, dibe sedema pêwendîya navbera hevda û ev jî dibe faktoreke sereke li ser rêya aşîtîyê”.

“Du prînsîp hene. Ji ber vê yekê, prnsîpa yekem ewe ku sîstêmên vekirî gerekê bin serwêrîya dewleta ku ser axa wêra derbas dibin bimînin.

Prînsîpa duemîn ew e ku hemû sîstêm li gorî qanûnên neteweyî yên dewletan tevbigerin. Ez dixwazim behsa hêsakirina van pêvajoyan jî bikim. Em sedsala 21 ê da dijîn, divê em pêvajoyan hêsatir bikin. Ji ber vê yekê eger xwestina sîyasî hebe em dikarin hertim çareserîya bibînin”,- Mîrzoyan gotîye.

“Vekirina sîstêmên li herêmê gerekê li ser esasên wekhevîyê pêk bê. Ji ber vê yekê, eger îradeya sîyasî hebe tiştên bi hûrgilî hene û em dikarin bi hevra kar bikin, Ermenîstan ji vê zêdetir amadeye”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button