H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê 17-20 ê îlonê wê civîna bilind ya ermenîya ya cîhanê bê lidarxistin

Li Ermenîstanê 17-20 ê îlonê civîna duyemîn ya ermenîyaye li cîhanê bê derbazkirin, kîjan  ji alîyê ofîsa serokê kar û barên dîyasporayê ve tê organîzekirin.

Wek ku “Armenprêss” ji peyama komîserîya bilind da zanî, civînê derdora 1000 nûnerên dîaspora û Ermenîstanê qebûlke. Pirsgirêkên heyî yên Ermenistan û Dîyasporayê, derfetên pêşveçûna domdar, mijarên herî girîng yên niha û pêşerojê dê di platformeke yekgirtî de di çarçoveya formên cûda de bêne nîqaşkirin. Ji ewlekarîya neteweyî bigire heya têknolojiya bilind, aborî, zanistî, vegerandin û zindîbûna civakên dîasporayê.

“Pêşgeha sereke ya hevkarîya saxlem di navbera Ermenistan û Diyasporayê de dîyaloga jidil e. Di derbaskirina kêşeyên heyî yên rastîya ermenî de, yekîtîya ermenî û hevgirtina raman û çareserîyan ji bo rêforma heyî û pêşkeftina domdar têkane rîya rêber e. Dîyaspora û welat hewcedarî derfet û rêyên nû yên  tevlêbûnê ne. Ermenîstan li Dîasporayê   bibin mijarên rojevê û di hemû pêvajoyên geşepêdana rastîya ermenî de herî zêde beşdar bibin. Di rêya efirandina vê xebata hevpar û berpirsîyariya dualî de, du navendên rastîya Ermenîstanê, dewleta Ermenîstanê û Dîyasporaya Ermenîstanê, ji bo dîyalog û hevkarîyê hewceyê platformên nû û dînamîk in.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button