SerekeSîyasî

Opêrasyona ewlehîyê: hêzên ewlekarîya hundirîn 47 çete girtin

Hêzên ewlekarîya hundirîn ya Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ ê û rêxistinên sûcan opêrasyona ewlehîyê da destpêkirin. Di opêrasyonê de 47 kes hatin binçavkirin, gelek çek û madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Navenda ragîhandinê ya hêzên ewlekarîya hundirîn derbarê opêrasyona xwe ya li başûrê Hesekê de bi daxuyanîyeke nivîskî agahî pareve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me barbanga roja duşemê opêrasyoneke ewlehîyê ya berfireh ji Hesekê heta Şedadê li dar xist. Di encamê de 47 kes ku der barê wan de lêgerîn hebûn, hatin girtin. Kesên hatine girtin 14 endamên DAÎŞ ê ne, 3 endamên çeteyên dewleta tirk a dagirker in û 31 endam yên komên xirabker bûn. Li gel wan miqdareke çek û madeyên hişbir hatin dîtin”.

Li gorî daxuyanîyê çek û madeyên hişbir yên hatine desteserkirin ev in: 3 çekên ji cûreya Brûno, 12 kalaşnîkov, 7 narincok, 20 cercûrên kalaşnîkovan, 8 demançe, 10 guleyên demançeyan, 2 laptop, 50 guleyên BKS yan, 3 gram madeya hişbir ya crystal hbose, 30 gram heşîşa hişbir, 9 cercûrên demançeyan, 20 hebên hişbir yên Tramadol, 5 alavên bikaranîna hişbirê, rextek, 3 dûrbînên leşkerî, 7 çifteyên nêçîrê, kêrek, parçeyên xerabe yên kalaşnîkovan”.

Di dawîyê de hate gotin: “Hêzên me dê nehêlin komên têrorîst li herêmên me bi cîh bibin û xirabîyê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button