Papîkyan hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yûnanistanêda, ya nava çarçoveya Yekîtîya Avropayê û NATO ê da girîng hesab dike

Wezîrên Ermenîstanê û Yûnanistanêye parastinê wextê hevdîtina li Yêrêvanê, derheqa pirsên navneteweyî û ewlehkarîya herêmîda xeberdane.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî wextê elametîya bona çapemenîyê,wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan derbarê wê yekêda gotîye.
“Nava vê hemtêkstêda bidine kifşê, wekî nêzîkbûnên herdu welata jî, yên hindava pirsên ewlehkarîya herêmî û navneteweyî mînanî hevin û ew yek wextê gotûbêjkirinên me jî careke mayîn îzbat bûye.
Tevî hevkarê xwe me hevkarîya bi formata sêalî, ya Ermenîstan-Qibris-Yûnanistan gotûbêj kirîye û me usa jî derheqa mecalên hevkarîyêye bi formatên piralî, yên tevî welatên mayîne dost xeberdaye”,- Papîkyan gotîye.
Bi gotina wî, wextê hevdîtinê hevkarîya herdu welataye nava organîzeyên navneteweyîda, bi taybetî nava çarçoveyên Yekîtîya Avropayê û NATO ê da, girîng hatîye hesabkirinê.
“Ez dixwezim cuda bidime dîyarkirinê,wekî Yûnanistan welatê ewlin bûye ku nava goveka parastinêda nava pêwandîyên tevî sîstêmên avropî û welata bona Ermenîstanê rê vekirîye”,- Papîkyan gotîye.







