H’emû nûçeSereke

Papîkyan rola Yûnanistanêye nava pirsa werguhastinên nava goveka Ermenîstanêye parastinêda girîng hesab dike

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan pêvajoya werguhastinên parastinê raberî wezîrê Yûnanistanêyî parastinê Nîkos Dêndîas kirîye û nava wê pirsêda derheqa hewcetîya piştgirîya Yûnanistanêye pêşezanîyê û praktîk girîng hesab kirîye.

Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Papîkyan derheqa wê yekêda wextê elametîya bona çapemenîyê daye dîyarkirinê.

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê seredana Dêndîase li Ermenîstanê çawa ya sîmvolîk hesab kirîye, ya ku piştî seredana Nîkol Paşînyane li Yûnanistanê pêk hat.

“Ev hemû tişt şedetîya wê yekê dide,wekî di navbera welatên meda pêwandîyên sîyasî li ser dereca bilindin, yên ku li ser hîmê dostîya herdu cimeta, alîkarîya dualî û qîmetîya hatîye hîmdanînê”,- Papîkyan gotîye.

Bi gotina wî, nava van pêwandîyada hevkarîya nava goveka parastinêda cîhê xweyî başqe girtîye.

“Ew hevkarî bona herdu alîya jî hewaskare, beşeke kîjanê ya tradîsîyone û ew piştî serbestbûna Ermenîstanê çê bûye, lê beşa mayîn nava encamên pevketinên nûda saz bûye.

Ji govekên tradîsîyon, xwendina leşkerî, pevguhartina cêribandinê û înformasîyone û şêwirdarîyên leşkerî-sîyasîne”,- Papîkyan gotîye.

Wezîr usa jî serda zêde kirîye,wekî tevî hevkarê xweyî ji Yûnanistanê pirsên derheqa hevkarîya leşkerî-têknîkîda gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button