SerekeSîyasî

PDK: pêwîstîya me bi hevahengî û yekdestîyê heye

Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) ragîhand ku li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevahengî û yekdestîyê heye.

PDK yê îro bi minasibeta salvegera 33 yan ya Raperîna gelê Kurdistanê ya li himberî rêjîma Baasê, peyamek belav kir.

Di peyama xwe de PDK yê amaje bi wê yekê kir ku “hebûna sîyasî ya herêmê di asta navxweyî û derve de rû bi rûyê çend pirsgirêk û krîzekê ye”.

PDK got: “Serhildana Kurdistanê du rastîyên dîrokî ji me, dost û dijminan re îzbat kirin.

Ya yekem serkeftina gelê me û welatê me di yekîtî û biratîya me de ye. Parçebûn û veqetîna me ji bilî zirar û zîyanê tu tiştî nade miletê me.

Rastîya duyem jî ew e ku, înkarkirina neteweya kurd û binpêkirina mafên miletê kurd, di dawîyê de dê bibe sedema rûxandin û rîswakirina zaliman.

Divê em hemû di pirsên stratêjîk yên Kurdistanê de, di parastina axa xwe, mafên xwe yên rewa û destûrî de, di parastina destkeftî û pêkhateya netewî de yekdeng bin.

PDK yê tekez kir ku erkê hemû alîyên divê parastina ax û xelkê Kurdistanê û  destkeftîyên wê be.

PDK yê herwiha di peyama xwe de got:

“Em li beranberî hinek asteng û alozîyên wisa ne ku zêdetir pêdivîtîya me bi hevahengî û yekdestîyê li ser asta Herêma Kurdistanê û berdewamîya danûstandinan bi Bexdayê re ber bi çarekirin û yekalîkirina arêşeyan heye, ji bo ku careke din arîşe û kirîze dubare nebin.

Em li ser parastina desthilatê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li dûv qanûn û destûrê fêdêralî rijd bûn û em tekezê li ser bingehên serekî yên avakirina Îraqa nû û bidawîanîna arîşeyên hene dikin ku xwe di bingehên hevparî û hevdengî û hevsengîyê de dibînin”.

Derbarê hilbijartinan jî PDK yê got:

“Em piştevanîya xwe ji bo pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di wê demê de dîyar dikin ya ku serokê Herêma Kurdistanê dîyar kirîye ku roja 10 ê hezîrana îsale.

Em sozê bi gelê xwe û hemû dostên gelê Kurdistanê didin ku PDK bi rengekî rijd û rastgo ji bo pêvajo hilbijartinan bi rengekî azad û paqij û bijîn kar dike”.

PDK yê di dawîya peyama xwe de jî got:

 “Em ji tevaya Kurdistan, Îraq û cîhanê re radigihînin ku em dê pişkdareke bihêz bin, ji bo serxistina hilbijartinan û qebûlkirina encamên wan”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button