H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Ermenîstanê cîgira serokê banka hemcîhanî ya beşa herêma Avropayê û Asîya Navîn Antonêla Basanî qebûl kirîye

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî ji hukumatê ragîhandine ku Nîkol Paşînyan hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û banka hemcîhanîda bilind qîmet kirîye. Bi taybetî xeberdan derheqa bernamên nava govekên pêşkeftina sîstêma, ênêrgêtîkayê, transportê, perwerdêda çûye.
Antonêla Basanîyê jî razîbûna xwe daye dîyarkirinê û gotîye,wekî ew ji hevkarîya tevî hukumata Ermenîstanê razîne.
Xeberdan usa jî derheqa bernama perwerdêye li qeza Tavûşê û encamên wê bernamêda çûye û hatîye gotinê,wekî bernamên wî cûreyî wê li qezayên mayîn jî mîyaserkin.
Pirsên hûmanîtarî jî, yên girêdayî cimeta Qerebaxêva, yên ku bi destê zorê hatine derxistinê, hatine gotûbêjkirinê. Dora projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û prînsîpên wê fikir hatine pevguhartinê.







