H’emû nûçeSereke

Çi bû sedema qutbûna girseyî ya Facebook, Instagram, YouTube, Google û kar û barên din?

Gelek torên civakî û malper  5 ê adarê  rastî qutbûneke mezin hatin. Bi mîlyonan bikarhêner li welatên cihê nikarîbûn têketana hesabên xwe yê Facebookê,nûçeyê Instagram ê nedihatin nûve kirin, di heman demê de pirsgirêkên YouTube, Google û kar û bar û malperên din, di nav de Discord û TikTok, hebûn.

Sedema qutbûna mezin, li gorî raporên heyî, ne êrîşek sîber bû, wekî ku gelek kes bawer dikirin, lê êrîşa hûsîyên Yêmênê bû ku zirar da kabloyên înternetê yên li deryaya Sor ku Asya, Avropa û Afrîkayê bi hev ve girêdide.

Li gorî agahîyan, ji 14 kabloyên binê behrê 4  qut bibûn, gilî derheqa Asya-Afrîka-Avropa 1 (AAE-1), Avropa Hindistan Gateway (EIG), her wiha Seacom û TGN-Gulf  25 selefê trafîkê bandor bibû. Wekî encamek, HGC neçar ma ku hin seyrûsefera bi ser chinaîn û Dewletên Yekbûyî ve ber bi Avropayê ve bikişîne.

Zêdetirî 90 selefê danûstendina di navbera Avropaye û Asyayê de di kabloyên binê avê yên li deryaya Sor re derbaz dibe. Li gorî pisporê kabloyên binê deryayê Tîm Stronc, niha 14 kabloyên bi vî rengî hene, lê 6 kabloyên din jî têne plankirin.

“Xwezî, opêratorên têlefonê di pergalê de astek rezervek bilind çêkirîye, gelek kablo di deryaya Sor re derbaz dibin”,- ewî gotîye.

Hîpoteza êrîşa sîber zû hat derewandin. Berdevka Qesira Sipî Karîn Jan-Pîêrê got ku rêveberî ji mijarê haydar bû lê tu nîşanek çalakîya sîberê ya xerab yan jî girêdaneke bi hilbijartinên seretayî yên serokatîya Dewletên Yekbûyî re nedît.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button