Hindistan bi nêzîkbûna pêwandîyên Adirbêcanê, Pakîstanê û Tirkîyayêva xemgîne:Bharat Shakti

Hindistan bona dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî nêzîkbûna pêwandîyên Adirbêcanê, Pakîstanê û Tirkîyayêva xemgîne û bo wê yekê jî sala 2023 a Hindistanê, Îranê û Ermenîstanê qayîlnivîsara sêalî bona berfirehkirina korîdora transportêye bakûr-başûr îmze kirin.Derheqa wê yekêda çapemenîya hindî nivîsîye.
Piştî wê yekê, dema ku Hindistanê û Ermenîtstanê bi salên dirêj nava govekên çandê, kirîn-frotanê û parastinêda hevkarî kirine, Yêrêvan cara dawî bûye bikirçîya goveka parastinê. Salên 2017- 2018 a kirîn-frotana di navbera Ermenîstanê û Hindistanê nêzîkî 33 mîlyon dolar bû, lê salên 2021 ê û 2022 a da ew gihîştîye nêzîkî 163 mîlyon dolarî. Ew hevkarî bi saya qayîlnivîsara di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hindistanê dikare berfirehbe.
Hindistanê û Ermenîstanê qayîlnivîsarên leşkerî mor kirine.
Ji sala 2022 a da Hindistan mecalên xweparastinê dide Ermenîstanê.







