H’emû nûçeSereke
Çalakîyên ji bo 100 salîya Sêrgêy Paracanov wê li navenda UNESCO yê bên lidarxistin

Li gorî biryara serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ya 5 ê adarê, wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê Janna Andrêasyan wê ji 3-5 ê nîsanê ji bo beşdarbûna li civîna çalakîyên bo 100 salîya Sêrgêy Paracanov li navenda UNESCO ê, here Komara Fransîyayê /Parîz/.
Îsal 100 salîya ji dayîkbûna derhênerê navdar yê sînêmayê Sêrgêy Paracanov, hunermendê gelê Sovyêtê ê tê kifşê. Zêdetir 30 proje li Ermenîstanê têne plankirin, ku di çileya 2024 a dest pê kirine. Bûyer li paytext, herêm û derveyî welêt, konferansa zanistî ya navneteweyî, weşandina monografîke zanistî, pêşandana fîlmê, kovareke perwerdehî û çandî ku ji bo Sêrgêy Paracanov re hatîye veqetandin.







