Heger berê Rûsîyayê birîyar dikir ku sîliha nede me, em li ber dijwarîya disekinîn: niha çar rêyên meye başqe hene: sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê
Tu kes garantîya nade kesekî mayîn.Hûn garantîyayê usa hesab nekin, wekî welatek tê û dibêje, tu îdî nava ewlehkarîyêdanî. Tiştê usa wê nebe. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê, Armên Grîgroyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo welatek yanê jî sîstêmek dewsa Rûsîyayê garantîyayên ewlehkarîyê daye Ermenîstanê.
“ Heger hêvîya me ewe, ku êkonomîka me û ewlehkarîya me dîvêrsîfîkasîyakirîbin, mesele, hevkarên meye leşkerî-têknîkî ne ku alîke, lê pêcin, lê 25-30 selef çêkirina hundure, wî çaxî girêdana me gelek alîyava dibe û em li ser wê fikirêne, wekî ewlehkarîya diha zêde wê hebe.
Heger berê tenê Rûsîyayê qirar dikir sîliha bide me, em li ber dijwarîya disekinîn.Niha heger welatekî usa hebe, wî çaxî çar welatên mayîne hevkar hene û li Ermenîstanê jî merkezên meye leşkerî-têknîkî hene”,- ewî gotîye.