H’emû nûçeSereke

Hemû garantîyayên ewlehkarîya me Rûsîyayêva hatine girêdanê û me sê êrîşên berfireh dîtine: sêkrêtarê ewlehkarîyê

Wextê hevdîtina roja îroyîn, ya tevî “Peymana sîvîl”   pirsên ewlehkarîya êkonomîka Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê. Rojev ew bûye. Derbarê wê yekêda, piştî hevdîtina tevî parlamêntvanên fraksîya “Peymana sîvîl”, sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê, Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo êkonomîka Ermenîstanê wê zîyanê bikeve ku  rîya Larsê girêdayî xiravbûna pêwandîyên tevî Rûsîyayê bê girtinê, sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye: “Bona ku bi wedê dirêj pirsgirêkên wî cûreyî tunebin,Ermenîstan bi rîya dîvêrsîfîkasîya êkonomîka xwe diçe û dicêribîne hevkarên nû bibîne. Li gelek cîha açixî hene, lê hinek cîha jî tunene. Ermenîstan fem dike wekî pirsgirêkên ku we destnîşan kirine, dikarin hebin û bi armanca helkirina wan Ermenîstan êkonomîka  xwe dide dîvêrsîfîkasîyakirinê”.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo fikira wî cûreyî heye wekî xirabûna pêwandîyên tevî Rûsîyayê dikare  nava ewlehkarîyêda pirsgirêka pêşda bîne û Adirbêcan tevî Tirkîyayê dikarin vê yekê bidine xebatê, Armên Grîgoryan gotîye: “Werin em pirsê ji alîkî mayînva lê binihêrin.Hetanî dawîya sala 2021 ê, me hemû garantîyayên ewlehkarîya xwe Rûsîyayêva dabûne girêdanê.Adirbêcanê sê cara êrîş anî ser Ermenîstanê û axa Ermenîstanê dagir kir. Gelek pirsgirêkên me hebûne. Niha nava qewilên wî cûreyîda gelo Ermenîstan neheqe ku êrîş anîne ser wê? Na xêr, tifaqdarên Ermenîstanê alî wê nekirine, dema ku ew nava wî halîda bû. Bi hesabhildana vê yekê Ermenîstanê destbi dîvêrsîfîkasîyayê kirîye û garantîyayên ewlehkarîyêye nû gerîyaye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button