H’emû nûçeSereke

Li firegeha “Zvartnos” ê qulixdarî gerekê bi temamaî sînorxweykirên Ermenîstanê mîyaserkin: sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê

Tabîya Ermenîstanê ewe, wekî li firegeha “Zvartnos” ê qulixdarî bi temamî gerekê hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir mîyaserkin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê, Armên Grîgoryan wextê birîfîngê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo pirsa sînorxweykirên Rûsîyayêye li firegeha “Zvartnos” ê tê gotûbêjkirinê, yan na.

“Nava vê pirsêda tabîya Ermenîstanê heye û derheqa wê yekêda Rûsîyayê bi nama fermî daye dîyarkirinê.

Tabîya Ermenîstanê ewe, wekî li firegeha “Zvartnos” ê hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir gerekê qulixdarîyê mîyaserkin”,-Grîgoryan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê,ku bona çi pêwîstîya wê yekê heye,Grîgoryan gotîye wekî wextê serbixwebûna Ermenîstanê, Ermenîstan karebûnê dest tîne û niha jî karebûna wê bi temamî heye ku temamîya kontrola li firegehê hilde destê xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button