H’emû nûçeSereke

Moskvayê hemû mecala  dijî Ermenîstanê bide xebatê bona ku tehsîra xwe xweyke: pispor

Waşîngton Moskvayê nava tevlîhevkirina herêmîda gunehkar dike.Ew yek derheqa herêma Qafqasîya Başûrdane.Gilî bi taybetî derheqa elametîyên wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrovdane, kîjan bi fikira Waşîngtonê sîyaseta Moskvayêye hişk, ya hindava cînara dide kifşê.Derheqa wê yekêda usa jî pisporên ermenî dibêjin û bîr tînin,wekî gavên Ermenîstanê hema xût tabîya Rûsîyayêva girêdayîne.

Berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der Mêtyû Mîllêr derheqa axaftina Sêrgêy Lavrovda daye dîyarkirinê û pêra jî Ermenîstanê û Moldovayê dest nîşan dike, dibêje wekî cînarên Rûsîyayê ji kirinên Moskvayê nerihetin. Mîllêr dibêje, wekî Rûsîya bona germbûna pêwandîyên tevî  Rojavayê Ermenîstanê gunehkar dike û eşaretîyê  dide wekî encamên wê  yekê wê hebin.

Bi gotina sîyasîzan Robêrt Xêvondyan, elametîyên Lavrov bersiva kirinên Ermenîstanêne, lê ew jî encamê bêkarîya Moskvayêye.

“Femdarîye wekî Ermenîstanê  gerekê bicêribanda pirsgirêkên xweye ewlehîyê hel bikira û rêyên başqe bigerîya.Ew yek jî Rûsîyayê xweş nayê û bo wê yekê jî em daxuyanîyên wî cûreyî dibihên û bersiva Mîllêr hema derheqa wê yekêdane.Belê, Rûsîya hindava cînarên xwe sîyasîke başqe mîyaser dike û fikira wêye sereke, mesele, bi gotina Mêdvêdêv ewe, wekî ew cînar gerekê bi xwe nejîn û gerekê bibine beşeke Rûsîyayê”,- pispor gotîye.

Bi fikira sîyasîzan, Rûsîyayê bicêribîne hetanî dawîyê tehsîra xwe xweyke û bona wê wê hemû mecala bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button