Di dîrokê de yekem Yekîtîya Avropayê ket nav pirsgirêkên ewlekarîya herêma me: Ararat Mîrzoyan
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya li gel TRT World ê ya tirkî de îhtîmala endambûna Yekîtîya Avropayê red nekir.
Li ser pirsa gelo Yekîtîya Avropyayê berfireh dibe, gelo we qet hizir kirîye ku hûn beşdarî Yekîtîya Avropayê bibin, gelo ev di demek nêzîk de yan dûr gengaz e, yan jî dibe ku Ermenîstan di çarçoveya sîyaseta xwe ya derve ya li himber Rojava de bi endametîya NATO yê re eleqedar be”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye:
“Li Ermenîstanê hemû kêşeyên ku di van 3-4 salên dawî de rastî wan hatin, li ber çavan tên girtin. Heger ez bêjim ku fikira tevlêbûna Yekîtîya Avropayê jî di wê lîsteyê de ye, ez ê surekê eşkere nekim. Daxwazên gelên Ermenîstanê yên avropî hene û wek min got, em di vê pêvajoyê de derbaz dibin û em ê bibînin ku dawîya wê proseyê çawa be, ku di vê gavê de kes nikare piştrast be û pêşbînî bike”,-ewî gotîye
Û li ser pirsa ku ew qonaxa niha ya peywendîyên bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransayê re çawa dinirxîne û di vê rêyê de çawa piştgirîya Ermenîstanê dike”, Mîrzoyan daye kivşê:
“Li gel Fransîyayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî derfetên me yên nû yên hevkarîyê hene. Dîyaloga me ya stratejîk bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re heye, di çarçoveya wê de em rêyên nû lêkolîn dikin. Di derbarê Yekîtîya Avropayê de ez dikarim heman tiştî bêjim. Peymana hevkarîya berfireh bi Yektîya Avropayê re heye, lê em li derveyî vê peymanê dinhêrin. Em li ser serbestkirina vîzeyan, hin mêxanîzmayên nû yên ku dikarin di têkilîyên me de bên bikaranîn, niqaş dikin.
Dixwazim vê yekê jî zêde bikim ku di dîrokê de cara yekem Yekîtîya Avropayê di nav pirsgirêkên ewlekarîya herêma me de cîh girt: hûn dizanin ku mîsyona çavdêrîya Yektîya Avropayê li Ermenîstanê ye, ku çavdêrîya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê dike. Her wiha divê bê zanîn ku ji dema şandina wê şandê heta niha alozîyên li ser sînor kêm bûne û em dibînin ku ev şande bûye sedema aramîyê. Ji ber vê yekê em rêgezên nû, qadên nû dixin nav hevkarîya xwe û em hîna di nîvê rê danin”.