H’emû nûçeSereke

Em dijî wê yekêne ku ewlekarîya pêwandîyên ku nav axa Ermenîstanêra derbaz bibin ji alîyê welatên sêyemînda bê kontrolkirinê: wezîrê karên der

Em dijî wê yekêne ku ewlekarîya wan eşîya û meriva  ku wê nav axa Ermenîstanêra derbaz bibin ji alîyê welatên sêyemînda bê kontrolkirinê.

Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hevpeyvîna tevî ajansa tirkîye Anadolûyê gotîye.

“Rêyên transportêye li herêmê gerekê bin kontrola wan welatadabin nava kîjanara ew derbaz dibin. Prînsîpên wekehevtîyê jî grîngin. Pêvajo gerekê li ser wan prînsîpa bê sazkirinê”,-ewî gotîye.

Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî derheqa wê têmayêda alîyê azêrîya bersiva anegor nedaye.

“Ermenîstan bi vekirina rêyên transportê eleqedare. Berîya her tiştî vekirina rêyên herêmî ji bo me pir girînge, ev jî wê kara mezin ya aborî bide me. Bernameya “Xaçerêya Aştiyê”, ya ku Ermenîstanê anî rojevê, ji alîyê aborîda grînge û herwiha garantîya aşîtîyeke herêmêye”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button