H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dixwaze ku dêklarasîyona Alma Atayê di projeya peymana aştîyê ya bi Adirbeycanê re cîh bigire: Mîrzoyan

Ermenîstan dixwaze ku deklarasîyona Alma Atayê di projeya peymana aştîyê ya bi Adirbêycanê re cîh bigire, lê Ermenîstan nikare  vê pirsê de bersiveke erênî ji Adirbêcanê bistîne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê,  derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di çarçoveya beşdarîya li forûma dîplomatîke li Antalyayê  li hevpeyvîna  ajansa nûçeyan ya “Anadolû” yê ya tirkî li ser pêvajoya  hevraxeberdanên bi Adirbêcanêra gotîye.

 “Ez dixwazim vê  mecalê bi kar bînim û îzbatbûna xwe ji bo rojeva aştîyê dubare bikim. Em  hevraxeberdanên bi Adirbêcanê re ji bo îmzekirina peymana aştîyê û ji bo hêzkirina edilayî û aştîyê li temamîya  Qafqasîya Başûr didomînin”,-Ararat Mîrzoyanê daye kifşê.

Mîrzoyan amaje bi wê yekê jî kir, ku alîyan li ser hinek mijaran li hev kirine û tekez kir, ku li ser du mijarên girîng nêzîkatîyên alîyan cuda ne. “Ya yekem ji van mijaran bi prînsîpên sînordarkirina herdu welatan ve girêdayî ye û ya din jî têkilî û peywendîyên herêmî ye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên  der daye kifşê, ku  berî her tiştî alî hevdu naskirina yekparçeyîya axê dupat bikin û got ku Ermenîstan îzbat dike ku pêvajoya veqetandina sînoran bin dêklarasyona Alma Atayêye sala 1991 ê îmzekirî pêk bê. Mîrzoyan da zanîn ku îzina tu kesî tune ku sînorên nû xêz bike û got, Yêrêvan dixwaze ev daxuyanî di pêşnûmeya peymana aştîyê de cîh bigire. Ararat Mîrzoyan anî ziman ku Ermenîstan di vê mijarê de nikare bersiveke erênî ji Adirbêcanê bistîne.

Her wiha Ararat Mîrzoyan têkildarî peywendîyên herêmê jî wiha got: “Em eleqedar in ku kanalên veguhastinê vekin. Berîya her tiştî vekirina kanalên veguheztina herêmî jî ji bo me pir girîng e, ev jî dê sûdeke mezin ya aborî bide me. Bernameya “Xaçerêya aştîyê” ya ku Ermenîstanê anî rojevê, ji alîyê aborî ve jî girîng e û her wiha garantîya aştîyeke bi îstîqrar li herêmê ye”.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mîrzoyan  daye kifşê: “Em li dijî dabînkirina ewlekarîya bar û mirovan ya li ser ryên ragîhandinê yên ku di nav axa Ermenîstanê de ji hêla welatên sêyemîn re derbas dibin: rêyên veguhestinê yên li herêmê divê di bin serwêrî û dadrêsîya welatê ku tê de nebin. Prînsîpên wekhevî û hevberdanê jî girîng in.Pêvajo li ser van esasan gerekê bê avakirin”.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der destnîşan kir ku heman prînsîpa wekhevîyê dê li ser kanalên veguhestinê yên ku di Adirbêcanê re derbaz dibin jî bê berfirehkirin û li ser rêyên ku ji vir derbaz dibin jî divê heman bin hukumê Bakûyêbe. Mîrzoyan daye kifşê, ku alîyê Adirbêcanê li ser vê mijarê bersiveke têrker nedaye.

Arararat Mîrzoyan li ser pirsa gelo rasthatina bi wezîrê  Adirbêcanêyî karên  der Cêyhûn Bayramov re li paytexta  Almanyayê Bêrlînê, ku roja civîna wezîran hatîye dîyarkirin yan na, dîyar kir ku roja civînê ne dîyar e. Ararat Mîrzoyan dîyar kir ku ew bi Cêyhûn Bayramov re hertim di nava têkilîyan de ne û got, ew hêvîdar in ku di demeke nêz de rojên civîna nû zelal bibin.

Ararat Mîrzoyan li ser pirsa ku dê aştîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de çi derfetan bide herdu welatan û herêmê, wiha got: “Axaftina li ser feydayên aştîyê hinekî bêwate ye, ji ber ku feydayên aştîyê bi xwe dîyar in. Ev mijareke bê nîqaş e”.

Mîrzoyan dîyar kir. “Ez difikirim ku pêwîstîya gelê me bi aştîyê heye. Mîna gelên cîhanê, gelên me layîqî aşitîyêne û tu kes ji me mehkûmî dijminatîya mayînde ne. Niha bi rastî şansên me yê aştîyê hene”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button