H’emû nûçeSereke
Natanyahû: Îsrayêlê gotinên Êrdogan, yên derheqa înkarkirina komkujîya Ermenîya qebûl neke

Îsrayêlê gotinên Êrdogan, yên derheqa înkarkirina komkujîya Ermenîya qebûl neke.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Îsraêlya ku hindava qanûnên şêr amine, wê gotinên Êrdogan qebûl neke, bi kîjana ew piştgirîya merivkujên HAMAS ê dike, Holokosta ermenîya înkar dike û welatê xweda qetilkirinên kurda teşkîl dike”,- Natanyahû nivîsîye.
Hê pêşda serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogan gotibû,wekî “Natanyahû û koma wî xwe danîne nava cêrga Adolf Hîtlêr, Bênîto Mûsolînî û Îosîf Stalîn”.
Em bêjin,wekî Îsrayêlê komkujîya Ermenîya nas nekirîye.Ew sîliha dide Adirbêcanê, ya ku bernamên xweye dagirkirinê, yên hindava Ermenîstanê venaşêre û pêra jî tifaqdara Tirkîyayê û Îsrayêlêye.







