Serokê komîtêya leşkerî ya Yekîtîya Avropayê Ermenîstanê li Qafqasya Başûr hevkareke girîng dibîne
Balyoz Tîgran Balayan, serokê nûnertîya Komara Ermenîstanê ya li Yekîtîya Avropayê, bi serokê komîtêya leşkerî ya Yekîtîya Avropayê gênêral Robêrt Brîger re hevdîtin kir. Li gor nûçeya “Armênpress”ê, li ser vê yekê peyamek ji alîyê rûpela “Facebook” ê ya nûneratîya Ermenîstanê li Yekîtîya Avropayê ve hatîye belavkirin.
Gênêral Brîger stratejîya Yekîtiya Avropayê ya di warê leşkerî û berevanîyê de û pêşiyên ku jê derdikevin, nêrîna ewlekarîya avropî raber kir û di vê çarçoveyê de dîyar kir ku Ermenîstan li Qafqasîya Başûr hevkareke girîng yê Yektîya Avropayê ye.
Balyoz Balayan ji bo pêşwazîyê spasîya xwe nîşan da û asta pêwendîya giştî ya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de bilind nirxand û tekezî li ser berfirehkirina beşa ewlekarî û fermî ya Ermenîstanê kir. Wî bala hevkarê xwe kişand ser rêformên mezin yên hêzên çekdar yên ku ji alîyê hukumeta Ermenistanê ve hatine pêkanîn û tekezî li ser pêwîstiya piştgirîya Yekîtiya Avropayê di vî warî de kir.
Balyoz li ser xebatên mîsîyona çavdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê jî dîyar kir ku ji alîyê ewlekarîya herêmê ve xwedî roleke girîng ya aramîyê ye.