H’emû nûçeSereke

Tevî Îranê em nava gelek pirsada bi hevra qayîl nînin, lê nava pirsa girêdayî Ermenîstanêva em Îranêra qayîlin: baylozê Fransîyayê

Em ji alîyê tehsîra goveka nafikirin, em difikirin, ku mafê her welatekî yê serbixwetî û yekîtîya axa wî bê parastinê.Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî “Armênprêss” ê baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê, Olîvîê Dikotînî gotîye, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye ku Adirbêcan bi aktîvî sîliha ji Tirkîyayê, Îsrayêlê û welatên  mayîn dikire, lê Elîyêv jî Fransîyayê nava wê yekêda gunehkar dike ku sîliha difroşe Ermenîstanê.

“Tevî Îranê em nava gelek pirsada bi hevra qayîl nînin, lê nava pirsa girêdayî Ermenîstanêva em Îranêra qayîlin. Bi rastî hemû welatên Organîzeya Netewên Yekbûyî gerekê nava wê pirsêda qayîlbin, çimkî bin qanûndarîya organîzeyêda hemû welatên organîzeyê gerekê piştgirîyê bidine yekîtî û serbixewetîya welatên mayîn.Ev yek borcdarîya tomerîye”,-bayloz gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button