Daxuyanîya Mîrzoyan ya derheqa endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda çapemenîya navneteweyîda cîyekî berfireh girtîye

Daxuyanîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, ya derheqa endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda, çapemenîya navneteweyîda cîyekî berfireh girtîye. Gilî derheqa hevpeyvîna Mîrzoyane tevî têlevîzyona tirkîdaye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, ajansa Roytêrsê xeberên Ararat Mîrzoyan anîye ber çeva, daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda berbirî Avropayê bûye, çimkî ew dixweze pêwandîyên xwe tevî Rojavayê îzbat bikin.
“Roja îroyîn li Ermenîstanê gelek mecalên nû tên gotûbêjkirinê û tiştê veşartinê nîne eger bêjim ku pirsa endamtîya nava Yekîtîa Avropayêda dikeve nava wê yekê”,- ajansê xeberên Mîrzoyan raber kirîye.
Mîrzoyan pêşda gotibû, wekî wedê dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatîye û gotîye, wekî meremê Yêrêvanê heye ku pêwandîyên xwe alîyên mayînva jî bidne pêşxistinê.







