H’emû nûçeSereke

Ermenîstan polîtîkaya îmzekirina peymana aştîyê ya bi Adirbêcanê re li ser 3 prînsîpan didomîne: Paşînyan

Li ser bingeha lêkolîneke kûr û berfireh ya bûyerên van salên dawî, hukumeta Ermenîstanê sîyaseta cîhêrengkirina têkilîyên derve û ewlekarî didomîne.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  îro li civîna çapemenîyê de  got.Di vê çarçoveyê de rojeva aşîtîyê ya serekeye û hukumet berdewam e li ser îmzakirina peymana aştîyê bi Adirbêcanê re ku li ser 3 prînsîpan e, xêzkirina sînor û xêzkirina sîyasetê.

 “Her çend ew prînsîp baş têne zanîn jî, ji bo ku tevlîhevî çênebe, ez hewce dibînim ku derheqa wanda dîsa biaxivim.

Yekem, Ermenîstan û Adirbaycan li ser bingeha danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê yekparçetîya axa hev nas dikin.

Ya duyemîn jî, daxuyanîya Alma Atayê bingeheke sîyasî ye ji bo  xêzkirina di navbera her du welatan de, ku tê wê wateyê ku tu bernameyek ji bo avakirina sînorên nû di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de tune ye, lê pêwîst e ku li ser erdê îdarî  ya heyî bê eşkerekirin, sînorê di navbera komaran de di dema hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê de, ku bi daxuyaniya Alma Atayê re bû sînorê dewletê.

Ya sêyem jî, divê peywendîyên herêmî bi rêzgirtina ji serwêrî û dadwerîya welatên ku di ser wan re derbaz dibin, li ser esasê wekhevî û hevdengîyê bên vekirin” ,- serokwezîr got, fikirên li ser vê mijarê ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve di projeya “Xaçerêya aştîyê” de hatin temamkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button