H’emû nûçeSereke

Rûsya hazir  nabe erka ewlekarîya Ermenîstanê pêk bîne û ne jî pêk tîne: zanyarê sîyasî

Serê gelek kesan de modêlek heye, ku li gorî wê, Rûsyayek hebû ku erkên dabînkirina ewlekarîya me dikir, niha jî pêwîst e kesekî din li şûna wan bê hilbijartin, lê herdu têz jî nerastin. Zanyarê sîyasî Alêksandr Îskanderyan di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê News.am ê gotîye.

 “Rûsya herî kêm ji sala 2016 a û vir ve van erkan bi cîh neanîye, heta roja îro jî bi cîh neanîye û nîyeta wê jî nîne. Mijûl in, hezar û yek xemên wan li devereke din hene. Rûsya ne garant bû. Ma kesek, li Rojavayê jî di nav de, dikare şûna wê Rûsyaya xeyalî bigire-helbet nabe. Zû yan dereng divê em bi xwe bixebitin, wekî din wê her tişt xirab bibe”,- ewî gotîye.

Li gor wî ezmûna cîhanê nîşan dide ku dema du alîyên nakok bixwazin bigihîjine rêkeftinekê, lê îmkaneke wisa tunebe, pêwîstîya wan bi navbeynkarekî têknîkî heye.

“Ji ber vê yekê welatên ku raste-rast bi bûyerên li herêmê diqewimin eleqedar dibin, bi gelemperî nayên hilbijartin. Mînak Rûsya bi tenê nikare bibe navbeynkarek rast, li vê herêmê lîstikvan e, nikare bi rastî bêalî be. Welatên ku tu eleqeya wan bi herêmê re tune ye, ji bo pêvajoyên bi vî rengî têne hilbijartin”.

Ewî  anîye bîr ku Rûsîya û Rojava di nav nakokîyeke pir tûj de nin, lema her kiryareke rojavayî dibe sedema hevsûdîyê li Rûsyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button