H’emû nûçeSereke

Dewekarîya Adirbêcanê ya bona vekirina korîdora tevî Nexçêvanê qezîya rû bi rûbûna çekdarî zêde dike: qulixdarîya amêrîkî

Bi texmîn pêwandîyên ermenîya-azêrîya wê sertbûyî bimînin, lê çûyîna Qerebaxêye bin kontrola Adirbêcanêda hal sert kirîye.Derheqa wê yekêda nava raporta îstîxbarata amêrîkîda hatîye gotinê.

“Peymana aşîtîyê hê tune û hêzên herdu alîya nêzîkî hevin, mêxanîzma agirbestê tune û Adirbêcan amadeye nava hevraxeberdanada tehsîra leşkerî li ser Ermenîstanê bide xebatê bona ku bighîje armanca xwe. Dewekarîya Adirbêcanê ya bona vekirina korîdora tevî Nexçêvanê qezîya rû bi rûbûna çekdarî zêde dike”,- nava raportêda hatîye gotinê.

“Derketina binelîyên ermenîye li wir û belavkirina hukumata cîh îzin dane Bekûyê, ku Adirbêcan bernamên xweye întêgrasîya wê herêmê pêşda bikişîne û ji rojeva aşîtîyê dûr bikevin”,- nava raportêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button