Îlona sala 2023 a hêzên derve dixwestin pirsgirêka Ermenîstanê çareser bikirana: serokwezîr
Îlona sala 2023 a hêzên derve dixwestin pirsgirêka Ermenîstanê çareser bikirana û bi temamî dadana. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê de ragihand.
“Ji sala 1996 a pirsgirêka Qerebaxê tunebûye û îlona sala 2023 a hêzên derve xwestin pirsgirêka Ermenîstanê çareser bikin û bi temamî dadana.
Zêdetir bêjim, çawa bû ku gulana sala 2021 ê leşkerên Adirbêcanê wê demê êrîşî ser axa Ermenîstanê ya serdest kirin, dema ku parlamênt hatibû hilweşandin û serokwezîr îstifa kiribû, li welêt ne parlamênt û ne jî hukumet hebû.Çima ev yek 12 ê gulana sala 2021 ê dema ku hemû biryar ketin bin qewatê? Mesela çima 5 ê gulanê, 2 ê gulanê, 30 ê nîsanê, 25 ê nîsanê pêk nehat? Ew pirs nikare çêbe. Li alîyê din jî digotin, çima destbi opêrasîyona leşkerî nakin, herin? Bersiv pir zelale, tevahîya hesab ew bû ku şer dest pê bibe, Komara Ermenîstanê nikaribe hilbijartinan pêk bîne û di encamê de havîna sala 2021ê dê yûrê û dê fakto belabûna Komara Ermenîstanê pêk bê. Eve hemû dîrok û ev dîrok sala 2018 a da dest pê nebû.Ev dîrok sala 1996 a da dest pê bûye, 27 ê cotmeha sala 1999 a pêş ketîye, bi bûyerên sala 2003 a, sala 2008 a û her wa”,- serokwezîr daye kifşê.