H’emû nûçeSereke

Îran amadeye bi beşdarbûna leşkerî îzinê nede ku nava Ermenîstanêra korîdor bê vekirinê: Husêynî

Serokê Îranê pêşda elam kiribû,wekî hêzên Îranêye sîlihkirî vekirina wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” teribandine û ew yek dide kifşê, ku Îran amadeye bi beşdarbûna leşkerî nava Ermenîstanêra îzina vekirina korîdorê nede.Derheqa wê yekêda serokê fonda hevkarîya Ermenîstanê û Îranê  Pûya Huseynî gotîye.

Ewî bîr anîye,wekî rêberê Îranê him Pûtînra, him jî Êrdoganra gotîye,wekî Têhranê îzinê nede ku sînorê sedsalaye tevî Ermenîstanê bê birînê.

Çi ku derheqa kontrola Rûsîyayêdane, ya li ser rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê, Bekûyê elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î teribandîye û pispor daye  dîyarkirinê,wekî wê dokûmêntê qewata xwe unda kirîye.

Ewî şirove kirîye,wekî Îran dijî wê yekêye ku welatekî  sêemîn vê rêyê kontrol bike.

“Nevsên Îranêye fermî gelek cara dane dîyarkirinê,wekî ewlehkarîya Ermenîstanê, ewlehkarîya Îranêye.Berjewandîyên me mînanî hevin û em gerekê nava hemû govekada hevkarîyê îzbatkin”,- pispor gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button