H’emû nûçeSereke

Komîsîya parlamênta Ermenîstanê begemî daye îzbatkirina qayîlnivîsara derheqa statûsa mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê

Armanca mîsîya sîvîl, ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê ewe ku li herêmê aşîtî û qewînbûnê çareser bike. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan wextê civîna komîsîya parlamnêtê, ya pirsên întêgrasîya avropî gotîye.

Bi gotina wî, alîyê ermenî kemala mezin dide hemû înîsîyatîva, yên ku bona kûrkirina hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê, ya bona goveka ewlehkarîyê tên pêşakişandinê.

“Ji sala 20003 a da Yekîtîya Avropayê mîsîyayên sîvîl li cêrge welatên Afrîkayê û Asîyayê destpê kirîye, hejmara kîjana dighîje 37 a. Niha 21 mîsîya dişuxulin, ji kîjana 12 yên sîvîlin, lê 9 jî yên leşkerîne. Meriv dibîne wekî  mîsîya sîvîl alî kêmbûna pevçûyîna  kirîye. Bona binelîyên cîh jî wê yekê atmosivêra  baş saz dike”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye.

Piştî hinek gotûbêjkirina, komîsîya parlamêntê begemîya xwe daye vê înîsîyatîvê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button