
Serokatîya dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêşnîyar dike, ku sala 2025 a alîkarîya 52 mîlyon dolarî bide Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Amêrîkayêye karên der Mêtyû Mîllêr gotîye rojnamevana.
Ewî gotîye,wekî alîkarî wê bona Yêrêvanê bê dayînê, ku li Ermenîstanê qewînbûna êkonomîkî û dêmokrasî, usa jî pêwandîyên tevî Rojavayê, bêne bilindkirinê.







