SerekeSîyasî

Pêntagon ji K24  ê re: em daxwaz ji Kongrêsê dikin byûcêya sîstêma berevanîya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike

Berdevkê Pêntagonê Pat Rydêr di konfêranseke rojnamevanî de bersiva pirsa peyamêrê K24 ê da û ragîhand: “Em li bendê ne ku byûcêya sala 2024 a bê qebûlkirin”.

Berdevkê Pêntagonê got: “Em daxwazê ​​ji Kongrêsê dikin ku byûcêyê pesend bike û dema ku ew hat pesendkirin, emê hûrgilîyên zêdetir gotûbêj bikin”.

Pêştira  gênêralê berê yê artêşa Amêrîkayê Êrnêst Odêrno ji K24 ê re gotibû, divê Waşîngton ewlehîya Herêma Kurdistanê dabîn bike, ji ber wê jî ew ji sedî sed bi şandina sîstêmên berevanîya asmanî ji Herêma Kurdistanê re ye.

Gênêral Êrnêst Odêrno got, Herêma Kurdistanê hevpareke mezin ya Amêrîkayê ye û niha pêwîstîya wan bi sîstêma berevanîya asmanî heye, ji ber ku ew di bin gefa Îran û hevpeymanên wê de ye.

Di derbarê şandina sîstêmên berevanîya asmanî ji Amêrîkayê bo Herêma Kurdistanê,gênêral Êrnêst Odêrno got ku Pêntagon dikare bi du awayan sîstêmên berevanîya asmanî li Herêma Kurdistanê bicîh bike, rêya yekem perwerdekirina hêzên Pêşmerge ye ji bo bikaranîna sîstêmê û rêya duyem jî ew e ku Amêrîka bi xwe çavdêrîya bikaranîna sîstêmê li navçeyê bike.

Komîtêya asayîş û berevanîyê ya Kongrêsa Amêrîkayê bendek ji bo sererastkirina yasaya wezîreta berevanîyê ya sala 2024 a zêde kirîye û tê de daxwaz kir ku sîstêma berevanîya asmanî ji hêzên pêşmerge re bê dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button