H’emû nûçeSereke
Bona ku ji wa gotî “navnîşa reş”, ya Yekîtîya Avropayêye avîyasîyon derkeve, Ermenîstanê xebateke mezin kirîye

Ermenîstanê xebateke mezin kirîye bona ku ew ji “navnîşa reş”, ya Avropayêye avîyasîyon derkeve, bona ku kompanîyayên Ermenîstanê bikaribin berbi Yekîtîya Avropayê firînên xwe mîyaserkin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî sîstêma û têrîtorîya Ginêl Sanosyan gotîye.
“Girêdayî “navnîşa reş” ra pirsgirêka me heye. Sala derbazbûyî me xebata mezin kirîye, ku em ji wê navnîşê derkevin.Piranîya xebata hatîye mîyaserkirinê û pirsgirêka here mezin xebata tevî înspêktoraye, kîjanê em mîyaser dikin”,-Sanosyan gotîye.







