SerekeSîyasî

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê 45 mîlyon dolar ji bo Ermenîstanê  veqetîne

Daxwaza byûcêya sala 2025 a ya rêveberîya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî 45 mîlyon dolar ji bo Ermenîstanê di bin hesabê “Alîkarîya Avropa, Avrasyayê û Asya Navîn” de, her weha 6 mîlyon dolar ji bo têkoşîna dijî narkotîkê ya navneteweyî û bicîhanîna qanûnê û 700,000 dolar ji bo perwerde û perwerdehîya leşkerî ya navneteweyî pêşnîyar dike. Ev yek ji alîyê miclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê hat ragihandin.

Wek ku salên 2023 a û 2024 a, rêveberîyê nêzîkî 10 mîlyon dolar alîkarî pêşnîyarî Adirbêcanê kir, guh neda nîyeta gênosîdê ya rêjîma Elîyêv û hovîtîyên ku li dijî gelê ermenî yên li Arsaxê û Ermenîstana serdest pêk anî.

“Em ji ber kiryarên bi vî rengî yên têrker yên ji bo pêşîgirtina  qirkirina li Qerebaxê û çareserkirina pirsgirêkê bêhêvî ne û bi fikar in”,- hevserokên miclîsê Êntonî Barsamyan û Van Grîgoryan gotine.

Hevserokan destnîşan kirin ku “Amêrîka nikare bi awayekî bijarte piştgirîyê bide dêmokrasîyê li herêmê, nemaze ku ermenî bi êrîşên rêjîmên avtorîtar ra rû bi rû dimînin, û her weha ji holê rakirina hebûna wan ya bi sedsalan e”. “Em bang li rêveberîyê dikin ku ji bo dêmokrasîya di bin xetereyê de bêtir alîkarîyê bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button