H’emû nûçeSereke
Em şane, wekî pêwandîyên meye tevî Ermenîstanê usa jî nava goveka parastinêda pêşda diçin: bayloza Hindistanê
Em şane, wekî nava halê gêopolîtîkîda pêwandîyên meye tevî Ermenîstanê, usa jî nava goveka parastinêda pêşda diçin.Derheqa wê yekêda bayloza Hindistanêye li Ermenîstanê Nîlakşî Sînhayê gotîye.
Bi qîmetkirina wê, di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda hîmê pêwandîyên sîyasî qewîne û ew li ser pêwandîyên cimetaye dîrokîne.Ewê usa jî girîng hesab kirîye ku pêwîste pêwandîyên êkonomîkî jî bêne qewînkirinê.
“Welatên me qîmetîyên dêmokratî û çandî pareve dikin. Ew yek jî pêwandîyên me zêdetir dide qewînkirinê.Heyîna xwendikar û xebatkarên ji Hindistanê jî hîm çê dike”,-dîplomatê gotîye.