Hindistan Ermenîstanê çawa pira girîng hesab dike, ya bona derketina li sûkên mezin: ICC NCA

Hindistan Ermenîstanê çawa pira girîng hesab dike, ya bona derketina li sûkên mezin, nava wanda usa jî sûka Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê komîtêya palata Ermenîstanêye kirîn-frotanê, Rafî Sêmêrcyan gotîye rojnamevana.
Nava vê hemtêkstêda ewî bang kirîye, ku derheqa wê yekêda jî bifikirin ku çawa deranîna eşîyayên hindîye ji Ermenîstanê bidine pêşxistinê.
Bi gotina wî, wê gaveke girîngbûya, heger di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda rêyên hewê bidana vekirinê.
“Merem ewe, ku pêwandî bêne qewînkirinê, bi taybetî nava govekên têknolocîya û tûrîzmêda.Hindistan mecalên mezin vedike. Gerekê vî hemû tiştî bidine pêşxistinê, pişgtgirîyê bidine kompanîyayên hindîye mezin ku ew bikaribin nava êkonomîka Ermenîstanêda învêstîsîya bikin”,- Sêmêrcyan gotîye.







